“Takvanın afeti, kanaat azlığıdır.” Gurer’ul-Hikem, 3935 İmam Ali (a.s)

Şîroveya Çıl Hedîs

Şîroveya Çıl Hedîs

Açıklama

Bizane yekemîn şertê cîhada gel nefsê û çûna bi aliyê xaliq ve, tefekur e. Hinek ji alimên exlaq, ew di merheleyên destpêkê da, di merteba pêncê da danîne; û ew jî di meqamê xwe de durist e.Tefekur, di vî meqamî da ew e ku mirov di şev û rojê de –her çend kêm be jî– di vê yekê da fikir bike ku xweyê wî ew aniye vê dinyayê û hemû wesîleyên rehetiyê ji wî ra berhev kirine û bedenek salim û hêzên durist ku her yekî hinek menfe’et hene dayînê, ew hêzên ku aqil têda heyirî ye, dayînê. Ji aliyê dî ve jî vêca ev hemû pêxember û kitêb rêkirine û rênimûnî kiriye û gazî kiriye, gelo berpirsiyarî û wezîfa me di beranberê vî xweyiyê her kes çi ye? Gelo ev hemû, hema ji vê jiyana heywanî ra û îdare kirina şehwetê ra ye, ku di van da em gel heywanan şirîk in; an mexse dek dî heye? Eger mirovê bi aqil bêhnekî bifikirê, wê fêhm bike ku mexsed ji vê, tiştek dî ye û mexsed ji vê xilqet û çêkirinê, alemek bilindtir û seratir e û ev jiyana heywanî ya bi xwe ne mexsed e.

Ek bilgi

Yayınevi

Kevser

Yazar

İmam Humeyni

Boyut

17 x 24

Sayfa Sayısı

598

Çeviren

Seyyid Alî Husêyniyê Bohtî

Kategoriler: Hadis
Bu ürünü sepete eklediniz: